JENOSIDA ÊZIDIYAN

Êzdayatî yek ji qedîmtirîn ol û bawerî ye li Rojhilata Navîn. Çand û âdet û kevneşopiya hezaran salan di nav xwe de dihewîne. Di temamiya dîrokê de 73 ferman li ser hatiye rakirin. Dîsa jî henin, xwe parastin e û li ser piyan e. Piraniya Êzidiyan hîna jî li parêzgehên Dihok û Musilê dijîn. 

Herêma Şengalê li gorî qanûnnameya Iraqê, bi ser parêzgeha Musilê ye. Piştî rejîma Sedam Huseyîn hate hilweşandin, li ser rewş û statuya vê herêmê gelek nakokî çêbû. Statuya vê herêmê di qanûnnameya Iraqê-xala 140’an de hatiye diyarkirin. Piştî hilweşandina rejîma Baas, hêzên Iraqê û pêşmergeyên PDKê kontrola ewlehiya vê herêmê girtin destê xwe.

Di sala 2014’an de dema ku DAIŞê dest bi êrişan kirin, hêzên Iraqê û pêşmergeyên PDKê paş kişyan û Êzidiyên li Şengal û Mûsilê bêxweyî man. Ji ber bêparastin û tenêhiştina gelê Êzidî, tê qebûlkirin ku bûye sedema fermana 74’an. Bi hezaran Êzidî, ji ber redkirine ku bawerîya xwe biguherînin hatine kuştin, saxesax hatin binerdkirin û sirgunkirin. Jin û zarokên Êzidî weke kole hatin firotin, dest dirêjî rûmeta wan kirin ku ti nema anîne serê wan. Gelek jinên Êzidî ji ber van zilm û îşkenceyê xwe kuştin. Bi hezaran jin û zarokên Êzidî hêjî winda ne, hinek ji wan hîna jî destê DAIŞê de ye. 

Piştî bi ser qetlîamê salek derbas bû, li çiyayê Şengalê herêma Serdeştê komeke Êzidiyên ji qetlîamê filitîne, meclisek avakirin. Di sala 2017’an de Meclisa Demokrasîxwaz û Xweseriya Şengalê hat avakirin. Ev sazûmanî ji wê demê heta niha di warê rêveberî, siyasî, çandî û leşkerî de hewl dide Şengalê biparêze, piştî wêrankirinê careke din ava bike. Bi saya serê Rêveberiya Xweser piraniya herêmê bi ser xwe ve hatiye. 

Çiqas hewldanên bi vî rengî çêbûne jî, hîna mafê xweserî-xwerêvebirina Êzidiyan bi awakî resmî nehatiye qebûlkirin. Di qanûnnameya Iraqê de mafê xweseriya netew-baweriyên cuda heye. Lêbelê ji ber ku hebûna civaka Êzdî bi awakî resmî nayê qebûlkirin, ev yek rê li ber êriş û fermanên din jî vedike. Bi hezaran kes nikarin vegerin ser mal û milkên xwe.

Em dizanin ku eger Şengal ji dest biçe, wê Êzdayatî jî tinebibe. Civaka Êzidî him bi kulturî him jî bi qewmî bi jenosîdê re rûbirû ye. Ji bo pêşî li van êriş û metirsiyên li ser Êzidiyan were girtin, di çarçoveya destûra bingehîn a Iraqê de ewlehiya xwe garantî bike û bigihije mafê xwerêvebirinê, tazmînata madî û manewî were dayîn, hemû dîlên di destê DAIŞ’ê de werin rizgarkirin, Şengal ji nûve were avakirin û xizmetgûzariyeke hêja jê re were kirin, me di 13’ê Mijdara 2024’an dest bi kampanyayeke kir. Armanca me eleqe û piştevaniyeke navneteweyî çêbibe ji bo vê mijarî. 

kampanyaya me bi Bi navê ‘yezidigenoside’ kampanyaya me him bi digital him jî li çaraliyê welat û bajarên dinyayê birêvediçe. Banga me li hemû Êzidiyên li Kurdistan, Iraq û diasporayê, li mafparêz û aştixwazên hemû dinyayê ye ku tevlî me bibin. 

Rêveberiya Xweser û Demokratîk a Şengalê