
Ji bo piştgirîdayîna Bangawaziya me
Kampanyaya Îmzeyan
Di sala 2014an de bi sedhezaran Êzidî bûne koçber, li çar aliyê dinyayê belav bûn, mal û milkê xwe terk kirin. Herêma Êzidxan (Şengal û gund-bajarojên derdorê) kete destê DAIŞê. Piştre gerîla û şervanên Kurd Şengalê rizgarkirin. Herçiqas zêdetirî deh sal derbas bûye jî, piraniya bajêr hêjî wêrankirî maye. Hejmarek Êzidî vegeriyane Şengalê, lêbelê beşeke zêde ya Êzidiyan hîn jî koçber in.
Gelek sedem hene ku rê li ber vegerîna koçberên Êzidxanê digre: Pirsgirêkên ewlehiyê, kêmasiyên îdarî, kêmbûna xizmetguzeriyê, tinebûna sîstema binzemîn û bînesaziyê. Him sazî û rûspiyên Êzidî, hin jî civata navnetewî, daxwaz û piştevanî dikin ji bo gel vegere Şengalê. Lê ji ber astengiyan nikarin vegerin ser cih û warê xwe.
Li gel ku heya niha 15 welat êrişa DAIŞ’ê ya 3’yê Tebaxa 2014’an weke jenosîd naskiriye jî, hîn Hikûmeta Federal a Iraqê vêya weke jenosîd nas nekiriye! Di rewşeke ev qas xedar de ji bo gelê Êzidî pir girîng e ku saziyên Netewên Yekbûyî û xêrxwazên navnetewî piştevaniyê ji bo ji nûve avakirina Şengalê û vegerê bikin.