DERBARÊ VÊ DAXWAZIYÊ DE

Di sala 2014’an de bi sedhezaran Êzidî koçber bûnbûn, li çar aliyê dinyayê belav bûn, mal û milkê xwe terk kirin. Herêma Êzidxan (Şengal û gund-bajarojên derdorê) kete destê DAIŞê. Piştre gerîla û şervanên Kurd Şengalê rizgarkirin.

Êzidî piştî ji fermanê hatin rizgarkirin, Rêveberiya xwe ya Xweser û meclîsa xwe avakirin. Tevî nebûna tu piştgiriyekî cidî jî, rêveberiya xweser bi derfetên kêm karî careke din bingeha ji nûve avakirina Şengalê deyne, Êzidiyên koçber bikarin vegerin ser cih û warê xwe. Li gel vêya jî hîn beşek ji Şengalê ne hatiye avakirin û kavil e. Her wiha hîn jî beşeke Êzidiyan nekarîne vegerin ser cih û warê xwe.

Gelek sedem hene ku rê li ber vegerîna koçberên Êzidxanê digre: Pirsgirêkên ewlehiyê, kêmasiyên îdarî, kêmbûna xizmetguzeriyê, tinebûna sîstema binzemîn û bînesaziyê. Him sazî û rûspiyên Êzidî, hin jî civata navnetewî, daxwaz û piştevanî dikin ji bo gel vegere Şengalê. Lê ji ber astengiyan nikarin vegerin ser cih û warê xwe. 

Li gel ku heya niha 15 welat êrişa DAIŞ’ê ya 3’yê Tebaxa 2014’an weke jenosîd naskiriye jî, hîn Hikûmeta Federal a Iraqê vêya weke jenosîd nas nekiriye! Di rewşeke ev qas xedar de ji bo gelê Êzidî pir girîng e ku saziyên Netewên Yekbûyî û xêrxwazên navnetewî piştevaniyê ji bo ji nûve avakirina Şengalê û vegerê bikin.